Pêkhateyên Dêrikê destûra desthilata Şamê şermezar kir

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê "Danezane destûrî" ya desthilata Şamê şermezar kir û diyar kir ku dê heya pêkanîna edalet û wekheviyê têkoşînê bidomînin.

Pêkhateyên Dêrikê destûra desthilata Şamê şermezar kir
16 adar, 2025   14:24
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Dêrikê bi meşekê "Danezana destûrî" ya ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin şermezar kir.

Şêniyan ku ji Qada Azadî heya Sûka Navendî meşiyan, gelek pankart wekî "Em danezana destûrî qebûl nakin" û "Sûriye ya gelê wê ye" vekirin. Her wiha alên QSD, saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hildan. Bê navber jî dirûşmên bi banga edalet, wekehvî û yekitiya pêkhateyên gelê Sûriyeyê hatin berzkirin.

Girse li Sûka Navendî ya bajar ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz girtin. Piştre endamê PYD’ê Merwan Hemo axivî. Hemo anî ziman ku "Danezana destûrî" nûnertiya gelê Sûriyeyê nake, lê belê hişmendiya rejîma berê ya paşguhkirina pêkhateyan pêş dixe.

Merwan Hemo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Sûriye ya me hemûyan e. Divê em edaletê ji tevahî pêkhateyan re pêk bînin."

Piştre endama Partiya Yekitiya Suryanî Seyda Hena jî anî ziman ku ew destûrên ku dûrxistin û paşguhkirinê xurt dikin, red dikin û ev li gotinên xwe zêde kir "Pêkhateyên gelê Sûriyeyê; Suryan, Kurd  û Ereb di hevsengiyên siyasî de hejmar tenê nin in, lê belê hevkarên sereke yên avakirina welat û siberoja wê ne."

Seyda Hena di dewama axaftina xwe de got "Ne ji destûra ku paşguhkirinê disepîne re, erê ji destûra ku mafên hemûyan bi taybetî yên jinan nas dike re. Em ê heya mîsogerkirina edalet û wekheviyê têkoşînê berdewam bikin."

Di dawiya çalakiyê de dirûşmên disloziya bi şehîdan re, şermezarkirina "danezana destûrî" û banga yekitiyê hatin berzkirin.

(bb)

ANHA