Bi hezaran jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Li Reqayê bi hezaran jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê meşiyan.

13 sibat, 2025   16:22
REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bi armanca şermezarkirina komployê meşek li dar xist. Bi sedan jinên ji kantonên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Firatê beşdarî meşê bûn.

Meş ji Çerxerêya Panorama ya naverasta bajarê Reqayê dest pê kir û li tevahî kolanên sereke yên bajêr geriyan û li Qada Jinan vegerî mîtîngê. Li wir berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî  û got: "Em jinên Firatê bi saya fikira Rêber Abdullah Ocalan dijîn. Em îro hemû pêşeng û têkoşer in. Azadiya me girêdayî azadiya Rêbertî ye."

Xûd wiha domand: "Em bang li tevahî netewe û olên xwe dikin ku daxwaza rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin. Li Îmraliyê li dijî komplogeran berxwedana dîrokî lê dide û têkoşîna me li tevahî qadan ji bo têkbirina vê komployê didome."

Xûd bal kişand ser berxwedana QSD û YPJˋê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got: "Berxwedana Bendava Tişrînê berxwedaneke efsanewî ye. Di oxira parastina herêmê ji êrişan keç û xortên me şehîd bûn. Êdî ev bend bûye sembola berxwedanê."

Di dawiya meşê de koma Hîlala Zêrîn çalakiyeke hunerî pêşkêş kir.

(fr)