Bi boneyav 4ˊê Nîsanê klînîkên dil û çavan hatin vekirin

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan Nexweşxaneya Dil û Çavan klînîkên dil û çavan ên derve li bajarê Qamişlo vekirin.

4 nîsan, 2024   16:28
QAMIŞLO

Endamê rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çavan li Qamişlo klînîkên dil û çavan ên derve bi beşdariya girseya gel, malbatên şehîdan, saziyên civaka sivîl, nûnerên Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd vekirin.

Piştî dayika şehîd Ednan Melik, Hêvî Seyid derî vekir, beşdar li nav beşên klînîkan geriyan û rêveberan ew beş, xizmetguzariya ji nexweşan re were pêşkêşkirin û mekanîzmaya wan ji beşdaran re şîrove kirin.

Klînîk beşek ji Nexweşxaneya Dil û Çavan in (ku ew jî di cûreyê alîkariyê de nexweşxaneya tekane ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye) û dê yekser piştî vekirinê dest bi xebatê bikin.

Ji alîkariyên ku klînîk pêşkêş dikin taqîkirina dil û çavan bi amûrên bijîşkî yên nûjen e.

Her wiha tê de tîmên pispor, hemşîre û bijîşk hene ku ew ê bi nexweşxaneyê re jî koordîneyê bikin, ji bo ku eger rewşa nexweş pêwîst be wî/ê veguhêzin nexweşxaneyê.

Alîkarî û xizmeta klînîkan dê bi buhayên sembolîk û kêm bên pêşkêşkirin.

(mh)