Li her navçeyekê 75 dar tên çandin

Platforma Ekolojiyê ya Jinan ragihand pêngava xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî kir. Di çarçoveya pêngavê de dê li her navçeyekê 75 dar werin çandin.

Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
Li her navçeyekê 75 dar tên çandin
4 nîsan, 2024   15:27
QAMIŞLO

Platforma Ekolojiyê ya Jinan ragihand ku pêngava xwe ya ji bo piştgiriya Pêngava Navneteweyî “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" ku 8’ê Çileyê bi dirûşma "Ji bo hebûna xwe li hemberî qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadiyê" dabû destpêkirin, bi dawî kir.

Endamên platformê Rîhan Temo û Medya Yusif li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li Qamişloyê, daxuyanî xwend. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, saziyên civaka sivîl, endamên Kongra Star, PYD û şêniyên bajêr tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Pêngav ji 8`ê Çileyê dest pê kir û heta 4`ê Nîsanê berdewam kir. Em tax bi tax, bajarok bi bajarok, navçe bi navçe derbasî malan bûn. Me bang li wan kir ku ji qirkirina li dijî xwezayê baldar bin û li hemberî bi sekinin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di pêngavê de hezar û 582 dar li Qamişlo û 5 bajarên din hatin komkirin, hin ji wan li komîngeh, mal û parkan de hatin çandin. Di daxuyaniyê de hate gotin dê bi boneya 4’ê Nîsanê 75 dar li her navçeyekê werin çandin.

Di daxuyaniyê de çalakiyên ku di pêngavê de hatine lidarxistin, hatin aşkerakirin:

- Bi beşdariya 200 kesî civîn bi dirûşma "Di her malekê de şitlek û her şitlek darek" li Qamişlo li dar ketin. Her wiha serdana malan hatin kirin û hezar 582 şitil hatin komkirin.

- Şitilên hatine komkirin 27`ê Adara 2024`an li komîngeh, tax û malan de hatin çandin. Bi boneya 4`ê Nîsanê jî, dê îro li her navçeyeke kantona Cizîrê 75 dar bên çandin.

- Bi beşdariya 200 kesî semîner têkildarî têkiliya di navbera jinan û xwezayê de hatin dayîn.

Piştî bidawîbûna daxuyaniyê, jinan dest bi çandina daran li navenda PYD`yê ya li taxa Asûr kir.

(şx)

ANHA