Têkildarî parastina mewsimê semîner

Di çarçoveya girtina tedbîrên ji bo parastina berhema çandiniyê de, Komîteya Awarte ya Çilaxa dest semîneran dide. Komîteyê bang li xelkê kir ku bi komîteyan re hevkar bin.

Têkildarî parastina mewsimê semîner
6 gulan, 2024   20:23
QAMIŞLO

Di çarçoveya tedbîrên ku Komîteya Awarte ya Çilaxa girtine de, komîteyê li bajar, gund û bajarokên Çilaxa dest bi dayîna semîneran kir. Ev yek ji bo parastina mewsimê di rewşên awarte de pêk tê.

Li gundê Baqle yê başûrê Çilaxa ya kantona Cizîrê semînerek li mala hevseroka komîna gund hat dayîn.

Di semînerê de bi dehan şêniyên gund beşdar bûn. Endamê Komîteya Awarte Şahîn Mihemed bang li şêniyan kir ku ji bo parastina berhemê hevgirtî bin û der barê rewşên awarte de agahiyê bidin û tedbîran bigirin.

Şahîn tedbîrên ku komîteyê girtine ji şêniyan re şîrove kirin. Ew tedbîr wek bicihkirina nuqteyên nobetariyê, amadekirina bîran û diraktoran, bicihkirina nuqteyên agirkujiyê û belavkirina hejmarên peywendiyê.

Di dawiya semînerê de şêniyan diyar kir ku ew bi komîteyê re ji bo parastina berheman hevkar bin.

(mh)

ANHA