Şikakî: Bi qasî dilsoziya ji bo Rêber Abdullah Ocalan dilsoziyek nehatiye dîtin

Ebdullah Şikakî destnîşan kir ku di dîroka Kurdistanê de bi qasî dilsoziya ji bo Rêber Abdullah Ocalan, dilsoziyek nehatiye dîtin û got “Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikreke pîroz e û ji aliyê gelan ve hatiye qebûlkirin.”

Şikakî: Bi qasî dilsoziya ji bo Rêber Abdullah Ocalan dilsoziyek nehatiye dîtin
27 kanûn, 2023   02:42
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Lêkolîner û dîroknas Ebdullah Şikakî der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ji ANHA`ê re axivî.

Ebdullah Şikakî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker beriya niha dema ku rêberê serhildaneke Kurdan dîl digirt an dikuşt, ew serhildan têk diçû û got: “Digotin ev serhildana 28`an e, em ê vê jî bi Ocalan têk bibin. Dema Serok girtin, li cem wan wekî dawetekê bû, digotin tevgera wan têk çû û tiştek jê nema. Bi rêya lêpirsîn, dadgeh û şandina parêznameyan şoreşek nû derket. Dewleta Tirk li xwe dixist digot `Ocalan mesajê dide gelê xwe, ne ku dide dadgehê`.”

Têkildarî armancên hêzên komploger ji ferzkirina tecrîdê, Şikakî wiha got: “Dixwazin ramanên Ocalan bixin zindanê û bifetisînin, ji ber wê dixwazin wî bi tenê bihêlin û rê li ber belavbûna ramanên wî bigirin. Komplogeran di van nêzî 25 salan de texmîn dikir ku gel ji Ocalan qut bibe lê çênebû û ev çalakiyên hanê nîşan didin ku gelê me bi Serokê xwe re ye. Di dîroka Kurdistanê de kêm tiştê wiha derketiye, hema bêje tune ye.”

Şikakî wiha pê de çû: “Berê têgîna demokrasiyê tiştekî hêsan bû, tu wateya wê tune bû, lê niha dikeve pratîkê. Bi ramanên Rêber Ocalan ev fikir hemû hatiye hev. Em dizanin li vê deverê nakokî di navbera pêkhateyan de hebû, niha ew tişt nemaye, xwîna wan tevlihev bû, bi vê yekê biratiya gelan di pratîkê de çêbû.”

Ebdullah Şikakî got çi qasî gel ramanên Rêber Abdullah Ocalan nas bike, bixwîne, li ser bifikire û bi cih bîne, wê demê planên li dijî gelan jî têk diçin û wiha dewam kir: “Divê her Kurdek beriya xew bike, ji xwe pirsa `min îro ji bo welatê xwe çi kiriye` bike. Bi qasî pêkanîna ramanên Rêber Ocalan ew qas em ê azadiyê bidin Rêberê xwe.”

Ebdullah Şikakî der barê belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan û bandora wan de jî got: “Nivîskarên ji derveyî Kurdan ên li ser Ocalan nivîsandine, ji Kurdan bêhtir in. Ji her welatekî Kurdistanê şoreşger tev li tevgera azadiyê bûne, ev jî nîşaneya dilsoziyê ye. Tişta ku serok pêşkêş kiriye, pîroz e, divê mirov nirxekî giranbuha bidê.”

ANHA