El Şeybanî bi wezîrê Pakistanê re hevdîtin kir

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî bi wezîrê karên derve yê Pakistanê re hevditin pêk anî. Di hevdîtinê de pêşxistina têkiliyên Şam û Îslam Ebadê vegotin û rewşa herêmî û navneteweyî nîqaş kirin.

El Şeybanî bi wezîrê Pakistanê re hevdîtin kir
20 tebax, 2026   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybayê serdana Pakistanê kir.

El Şeybanî li paytexa Pakistan Îslam Ebdê bi cigîrê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Pakistanê Mihemed Îshaq Dar re hevdîtin kir.

Wezaretên karên derve yên Pakistanê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê der barê hevdîtinê de daxuyanî dan. Di daxuyaniyên her du aliyan de hate diyarkirin ku rêbazên xurtkirina têkiliyên her du welatan û pêşxistina tevkariya di gelek qadan de hatin nîqaşkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku geşdanên herêmî û cîhanî hatin nirxandin

Di daxuyaniya wezareta karên derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hate gotin, di hevdîtinê de geşedanên herêmî, navneteweyî û hewldanên piştgiriya ewlehî û istiqrara herêmê hatin vegotin

Li gorî daxuyaniya wezareta Pakistanê jî îşaret bi "Kurkirina têkiliyên biratiyê yên her du welatan hatin kirin".

Hate gotin, bi El Şeybanî re rêbazên xurtkirina tevkariyê di qadên xwedî girîngiyeke hevpar de jî hatin nîqaşkirin.

(bb)