Stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê sedî 80 zirar dîtiye 

Berpirsan aşkera kir ku di encama êrişên dewleta Tirk de stasyona ceyranê ya navçeya Eyn îsayê ji sedî 80 zirar dîtiye. Ji ber wê 7 stasyonên avê jî rawestiyan e.

Stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê sedî 80 zirar dîtiye 
Stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê sedî 80 zirar dîtiye 
Stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê sedî 80 zirar dîtiye 
Stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê sedî 80 zirar dîtiye 
Stasyona ceyranê ya Eyn Îsayê sedî 80 zirar dîtiye 
28 ÇILE, 2024   15:36
EYN ÎSA

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên navbera 13-15’yê Çileyê (2024) de stasyona veguhastina ceyranê (kehrebe) ya navçeya Eyn Îsayê bibû hedef. Ji ber êrîşan ceyrana piraniya herêmê qut bibû û 7 stasyonên avê yên bi ceyranê kar dikin jî rawestiya bûn. 

Serokê Navenda Sererastkirina Kehrebeyê ya Eyn Îsayê Îd El Selama got têkildarî mijarê agahî dan ANHA’yê.

Îd El Selama da zanîn ku ji stasyonê 8 xetên mezin ên kehrebeyê yên bi navê Hîşe ronîkirin, Hîşe av, Xirbet Hedle ronîkirin, Zahîra av, Elîmat ronîkirin, Lîwaya Eskerî ronîkirin, xeta çîmento ronîkirin û Eyn Îsa ronîkirin derdiketin û pêdiviya kehrebeyê ya herêmek mezin pêşwazî dikir.

El Selama diyar kirk u her yek ji van xetan kehrebe diha bi dehan gundan û stasyonên avê yên van herêman didan şixulandin, lê di encama bombebaranê de ji sedî 80 zirar dîtiye, lewma kehrebe ji ser 360 gundan qut bûye.

El Selama diyar kir ku 7 stasyonên avê yên bi navê Zahîra, Eyn Îsa, El Mixlet, Ebû Sûse, Yaxdik, stasyonên Hîşe El Xamiye û Neqiye ku bi kehrebeyê kar dikirin jî rawestiyan e.

El Selama destnîşan kir ku xebatên sererastkirinê berdewam in.

(şx/a)

ANHA