‘Banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û jiyana hevbeş pêwîstiyek e’

Rêveberên sazî û partiyên Dêrazorê diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî, azadî û avakirina siberojeke baştir pêwîstiyek e.

‘Banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û jiyana hevbeş pêwîstiyek e’
16 adar, 2025   02:35
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Rêveberên sazî û partiyên li kantona Dêrazorê der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de ku 27’ê Sibatê bi rêya heyeta DEM Partiyê hatibû ragihandin, diyar kir ku ji bo aştî û civaka demokratîk pêk werin, divê di serî de Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî were azadkirin.

Hevseroka Meclisa Hewamayê ya Dêrazorê Ayşe El Xelef anî ziman ku banga Rêber Abdullah Ocalan aliyên siyasî derbas dike û got: "Bang ji bo aştî, xwişk û biratiya gelan di navbera hemû pêkhateyên civakê de ye. Ev bang di demeke tevlihev û arîşeyên li pêşberî herêmê hat. Bang ji bo xurtkirina aştiya navxweyî û dûrketina ji tundiyê ji bo me hemûyan derfeteke ."

Serokê Komîteya Xizmetan a Meclisa Rêveber a Gundewrê Rojhilatê Dêrazorê Ebdulezîz El Iwêd diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan xwedî aliyên mirovî û civakî yên kûr in û got, demokrasî kilîta pêkanîna aramî û jiyana hevbeş e.

‘AŞTÎ NE VEBIJÊRKEK E, PÊWÎSTIYEK E’

Ebdulezîz El Iwêd diyar kir ku aştî ne vebijêrkek e lê pêwîstiyek e û wiha domand: "Divê em vê bangê bibersivînin û bi rihê biratiyê têkiliyên dîrokî bi pêş bixin. Aştî ne vebijêrkek e, lê pêwîstiyek e. Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ev armanc ne pêkan in."

Hevseroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Hecînê Sîham El Ehmed destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo siberojeke aştiayne û ewle ye û got Rêber Abdullah Ocalan kesayeteke siyasî ya ji rêzê nîn e, sembola têkoşîna azadî û rûmetê ye.

Sîham El Ehmed anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertekî sereke yê serxistina jiyana hevbeş a gelan ye.

(bb)

ANHA