‛Xwedî li mafê xwe yê çarenûsa siberoja xwe derkevin’

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk bang li Sûriyeyiyan kir ku bi mafê xwe yê çarenûsa siberoja xwe ve girêdayî bin û diyar kir ku ew pabendî pranîsbên azadî, edalet û demokrasiyê ye û hemû hewldên jinûve berhemdana destpotiyê red dike.

‛Xwedî li mafê xwe yê çarenûsa siberoja xwe derkevin’
15 adar, 2025   22:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîsîkî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku gel û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyeyê pîroz dikin. Ji ber ku ev şoreş ji bo redkirina desthilatê û tevahî şêweyên nijadperestî û dûrxistinê hat destpêkirin. Ev şoreş dengê daxwazên gel ên jiyîna birûmet, avakirina civakeke tê de aştî û pirrengî hebe, bû.

Konfedraliyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca destpêkirina tevgera civakê ew bû ku pergaleke demokratîk were pêkanîn ku tevahî pêkhate beşdar bin û rêz ji pirrengiya Sûriyeyê re were girtin. Hêvî avakirina modeleke demokratîk a hevpare bû ku rêzê ji pirrengiyê re bigire û jiyaneke siyasî ya xwe dispêre lihevkirin û edaletê ava bike ne yekparebûn û dûrketinê.

Konfedraliyê destnîşan kir ku bi vê boneyê ew diyar dike ku pabendî pranîsbên azadî, edalet û demokrasiyê ye û tevahî hewlên bi armanca jinûve berhemdana destpotiyê bi şêweyên nû red dike. Tecrûbeyan îsbat kir ku çi pergala ku rêzê ji vîna welatiyan re negire û derfetê li pêş beşdariya rastîn a tevahî beşên civakê veneke nikare îstîqrarê pêk bîne û hêviyên gel dabîn bike.

Konfedraliyê di dawiyê de bang li tevahî beşên civaka Sûriyeyê kir ku bi mafê xwe yên çarenûsa siberojê ve, dûrî wesiyet an jî ferzkirinê ji tu aliyekî ve, girêdayî bin. Rizgariya rastîn temam nabe heya ku biryar di destê civakê bi xwe de be û ew dikare rêveçûna xwe li gorî nirxên demokratîk û pirrengiyê saz bike. Ji lew re konfedralî çi zihniyeta çarenûsa gel di ber çavan re nagire red dike.

(fr)