Bandorên şerê Îran û DYA-Îsraîlê li ser pergala Îranê û bazarên enerjiyê

Çapemeniya erebî cih da bandorên siyasî û aborî yên şerê Îran û DYA-Îsraîlê û bandorên wê yên gengaz ên li ser siberoja pergala Tehranê û metirsiyên ku qada şer berfirehtir bibe.

Bandorên şerê Îran û DYA-Îsraîlê li ser pergala Îranê û bazarên enerjiyê
5 adar, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî cih da ku bandorên şerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)-Îsraîl û Îranê, bandorên wê yên li ser bazarên enerjiya cîhanê û buhayên petrolê.

‘REJÎMA ÎRANÊ ÇI QAS DIKARE LI BER XWE BIDE?’

Malpera erebî ya rojnameya Independent analîzek li ser êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û siberoja pergala Tehranê weşand. Li gorî analîzê, kuştina rêveberên navdar û wêrankirina beşeke binesaziya leşkerî ya rejîmê, valahiyeke mezin a siyasî çêkiriye, lê ev nayê wê wateyê ku rejîm di siberojeke nêzîk de hilweşe.

Di analîzê de hate gotin: "Komara îslamî li ser sazûmaniyeke tevlihev hatiye avakirin ku dikare xwe li ber şokan ragire, çîna serdest jî bi salan e bi destnîşankirina alternatîfên serokatiyê û belavkirina hêzan di nava saziyên dewletê de, ji bo senaryoyên gengaz amadekariyan dike.”

Malperê her wiha destnîşan kir: "Tevî êrişên leşkerî, kêmbûna bandora herêmî ya Tehranê, her wiha tevî rewşa aborî ya navxweyî ya xirab, dibe ku rejîma Îranê di demek kurt de rizgar bibe, dibe ku ji vê krîzê qelstir û naziktir derkeve. Îhtîmal heye ku piştî kuştina Xamineyî şerên navxweyî li ser desthilatê derkevin.”

'ŞER, PETROL Û BÊÎSTÎQRARÎ'

Rojnameya Şerq El Ewsat jî diyar kir ku şerê li dijî Îranê careke din dosyaya enerjiyê anî rojeva navneteweyî. Hat bibîrxistin ku bi qasî ji sedî 20’ê bazirganiya petrol û gazê ya cîhanê di Tengava Hurmuzê re çêdibe. Ev yek astengiyekê li ser vê rêya avê ya girîng çêdike û bandoreke rasterast li buhayan dike.

Hate gotin, texmînên destpêkê nîşan didin ku eger alozî di çarçoveyeke teng de dewam bike, dibe ku buhayê bermîleke petrolê bigihêje 85 dolarî, lê eger şer berfireh bibe yan jî dabînkirin ji bo demeke dirêjtir were astengkirin, dibe ku buha ji 100 dolarî derbas bibin. Di senaryoya herî giran de, heke tengav ji bo demeke dirêj were girtin an jî heke tesîsên enerjiyê yên herêmî rasterast werin hedefkirin, dibe ku biha bigihêjin nêzî 140 dolarî.

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporên enerjiyê yên li ser mijarê û wiha nivîsand: "Tevî van jî, lê alternatîf hene. Alternatîfan rezervên stratejîk ên hêzên mezin û kapasîteya hilberandina yêdek a hin welatên OPEC’ê heye ku dikare di rojekê de bigihêje bi qasî 3.5 mîlyon bermîlan. Her wiha boriyên alternatîf ji bo veguhastina petrolê li derveyî Kendavê jî dikarin werin bikaranîn.” 

‘ŞEREKÎ KU DÊ ZÊDE DEWAM NEKE, GER DEWAM BIKE JÎ DÊ SÛDÊ NEDE KESÊN KU DERXISTIYE’

Rojnameya El Xelîc analîzek weşand û diyar kir ku biryarên leşkerî yên DYA’yê li Rojhilata Navîn pir caran pirsên li ser armancên wê yên rastîn derdixin holê. Di analîze de ezmûnên berê yên wekî şerê li dijî Iraqê û destwerdana li Lîbyayê hatin bibîrxistin.

Li gorî analîzê, dibe ku şerê heyî bi hesabên siyasî yên navxweyî yên li DYA’yê, pirsgirêkên hevsengiyên herêmî û rola Îsraîlê ya arastekirina ber bi rageşiyê ve girêdayî bin.

Di dawiya analîzê de hate gotin: “Di demekê de ku guhertinên jeopolîtîk leztir dibin û zextên aborî li ser hemû aliyan zêde dibin, dibe ku berdewamî yan berfirehbûna şer aramiya herêmê û bazarên enerjiyê yên cîhanî tehdît bike.”

(bb)