Dorpêçkirina Kobanê berdewam dike

Bajarê Kobanê zêdetirî 45 roj e di bin dorpêça hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ye. Bi sed hezaran şênî û koçber di nav bajêr de asê mane. Li bajêr derman û pêdiviyên bingehîn kêm in.

Dorpêçkirina Kobanê berdewam dike
5 adar, 2026   11:31
KOBANÊ

Dorpêçkirina ku ji 20`ê Çileyê ve li ser Kobanê hatiye ferzkirin, tevî peymana 29`ê Çileyê û sozên ku dorpêç di 2`yê Sibatê de were rakirin jî berdewam dike û rewşa mirovî girantir dibe.

Li Kobanê tevî 200 hezar koçberan, zêdetirî 600 hezar kes dijîn ku hemû ji ber girtina rêyan û kêmbûna pêdiviyên bingehîn ên jiyanê di nava şert û mercên dijwar de ne.

Kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, bi taybetî ji ber nebûna derman û alavên bijîşkî, di rewşeke xeternak de ne.

Tevî serdanên saziyên Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor bo bajêr di mehên dawî de, lê van saziyan tu tedbîrên berbiçav ji bo baştirkirina rewşa mirovî negirtine.

Di van şert û mercan de, bi zexta gelê Kurdistanê hin alîkariyên mirovî gihaştin bajêr. Alîkariyên ku hatine şandin jî têra pêdiviyên bingehîn ên şêniyan nekir.

Her wiha komên girêdayî hikumeta demkî di dema vekişîna xwe de, 74 gundên derdora Kobanê talan kirin. Nêzîkî 10 gund di bin kontrola wan koman de mane û rê li ber vegera şêniyan bo malên xwe digirin.

(k)