‘Amerîka hêzên xwe yên li Iraqê zêde dike’

Li gor agahiyên Ajansa Associated Press  parvekirine, Amerîka hêza xwe ya leşkerî li Iraqê zêdetir dike. Hat zanîn jî duh di dema helîkopterek Amerîkayê xwestiye dayne xwarê, pevçûn li gel hêzên ewlehiyê yên Iraqê de derketiye.

‘Amerîka hêzên xwe yên li Iraqê zêde dike’
5 adar, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Associated Press berpirsên Amerîkî, ragihandiye ku Washingtonê dest bi şandina hêzên nû ji bo baregehên xwe yên li Iraqê kiriye.

Ev jî di demek de ye ku komên çekdar yên li Iraqê di çarçoveya piştgiriya bi Îranê re, êrişên xwe yên li ser baregeh û navendên Amerîka yên li Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam dikin.

Li aliyê din li gor agahiyan duh dema ku helîkopterek leşkerî ya Amerîkayê xwestiye li cihekî dayne, di navbera wan û hêzên Iraqê de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de efserekî hêzên Iraqê hatiye kuştin.