Bandorên şer krîzên herêmê kûrtir dikin û vebijarkên çareseriyê teng dikin

Medyaya erebî nivîsî ku şerê Xezayê pirsgirêkên li pêşiya doza Filistînê û derfetên dewletbûnê zêde kiriye. Her wiha nivîsî ku "çareseriyên demkurt li Lubnanê peyda nabin" û şerê li ser Xezayê wekî ku gihîştiye asta "şerekî de facto yê tunekirin û wêrankirinê" bi nav kir.

Bandorên şer krîzên herêmê kûrtir dikin û vebijarkên çareseriyê teng dikin
5 cotmeh, 2026   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, medyaya erebî mijarên şerê Amerîkî-Îranê û bandorên wê yên herêmî, ligel pirsgirêka Filistînê û şerê Xezayê, gotûbêj kir.

Di derbarê şerê Amerîkî-Îranê de, Al Jazeera Net, di gotarek bi sernavê "Bi vê senaryoya tirsnak, dosyaya Îranê dê ji serokê din ê Amerîkayê re neyê şandin", arîşeya leşkerî ya heyî û vekişîna Serokê Amerîkayê Donald Trump ji peymana nukleerî ve girêda, ku bi şerê vekirî gihîştiye lûtkeyê.

Di heman demê de, rojnameya El Xelîc, di gotareke bi sernavê "Lubnan û Vebijarkên Berdest" de, bandorên pevçûnê li ser herêmê, di nav de rewşa Lubnanê ya di nav pevçûna herêmî ya berdewam de, nirxand.

Di gotarê de hate îdîakirin ku girêdana pêvajoya danûstandinan ji hêla Îsraîlê ve bi bêçekkirina Hizbullahê re Beyrûtê bi vebijarkên sînordar dihêle.

Di beşa duyemîn de, pirsgirêka Filistînê û şerê Xezayê, rojnameya El Şerq El Ewset, di gotareke bi sernavê "Cotmeha Filistînê: Di navbera Ceribandin, Nirxandin û Encamê de", salvegera 3 sêyemîn operasyona 7ê Cotmehê û şerê Îsraîlê yê piştî wê û her weha dabeşbûna Filistînê ya di derbarê encamên operasyonê û rêça şer de nîqaş kir.

Di gotarê de hate destnîşankirin ku bersiva Îsraîlê ji operasyonên leşkerî yên berê derbas bû û bû şerekî berfireh û ew wekî "şerekî rastîn ê tunekirin û wêrankirina tevahî" bi nav kir.

Her wiha hate îdîakirin ku projeya Îsraîlê ji hêla siyasî ve guheriye da ku zextê li ser Xezayê û Şerîaya Rojava bike û siberoja damezrandina dewletek Filistînî tehdît bike.

Di beşeke herêmî ya têkildar de, rojnameya El Ehram, di gotareke bi sernavê "Iraqa Nû û Zehmetiyên Vekişîna Amerîkî" de, qonaxa piştî vekişîna hêzên hevpeymaniya navneteweyî ji Iraqê nîqaş kir.

Di gotarê de hat destnîşankirin ku vekişîn ji bo Bexdayê bi zehmetiyên têkildarî serwerî, ewlehî, kontrolkirina çekan û pêşxistina hêzên leşkerî re rû bi rû dimîne, di heman demê de hêzên Kurdî fikarên xwe yên li ser valahiyek ewlehiyê li hin deveran diyar dikin.

(k)

ANHA