Hêzên Îsraîlê avahiyek vala li gundewarê Şamê teqandin

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên Îsraîlî avahiyek vala li nav zeviyên çandiniyê yên di navbera bajarokê Beyt Cin û zeviya wê de li gundewarê rojavayê Şamê teqandin.

Hêzên Îsraîlê avahiyek vala li gundewarê Şamê teqandin
5 cotmeh, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê herêma gundewarê rojavayê Şamê, li nêzîkî bajarokê Beyt Cin, teqînek hat bihîstin. Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên Îsraîlî avahiyek vala di nîvê zeviyên çandiniyê de li derdora bajarokê Beyt Cin li gundewarê rojavayê Şamê de ye teqandin.

Çavkaniyan ji nûçegihnê ajansa me re gotin ku teqîn di dema ketina hêzeke Îsraîlê ya herêmê de çêbûye.

Heta niha agahî tune ye ka gelo kesek di hundirê avahiyê de hebû yan na.

(k)

ANHA