Balefirên keşfê li ser Memxûrê digerin

Di van kêliyan de balefirên keşfê li ser asîmanê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi nizmî digerin. Lê ne diyar e balefir ên kîjan welat an jî hêzê ne.

Balefirên keşfê li ser Memxûrê digerin
28 ÇILE, 2024   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsˊê, di van kêliyan de bê navber balefirên keşfê bi nizmî li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî digerin.

Lê nayê zanîn balefir yên kîjan welat an jî hêzêne.

Hêjayî gotinê ye ku gelek caran Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin ku encamê de şehîd û birîndar çêbûne.

Herî dawî di meha Cotmeha sala 2023’an de, di nava 10 rojan de 3 caran balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker xelkê Mexmûrê bombebaran kir û encamê de 2 jin û 3 zarok birîndar bûn û ciwanê bi navê Dilovan Îşlek şehîd bû.