Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro ji sedî 80 xebat û operasyonên lêgerînê li hundirê beşa Muhecîratê bi dawî kir.

Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû
Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû
Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû
Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû
Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû
Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû
Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû
Ji sedî 80ˊê xebata lêgerînê li beşa Muhecîrat bi dawî bû
28 ÇILE, 2024   17:16
HESEKÊ

Di 27ˊê Çileyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û YPJˊê bi daxuyaniyekê destpêkirina qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ li Kampa Holê ya herî xeternak li cîhanê ragihand.

Di roja duyemîn de xebat û operasyonên lêgerînê li hundirê beşa Muhecîrat ku tê de jin û zarokên çeteyên DAIŞˊê yên ji 50 nasnameyên cihêreng hene, dewam kir.

Di lêgerînê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn çente, alavên leşkerî, amûrên kolandina xendekan û veşartgehên şaneyên çeteyên DAIŞˊê bi kar tînin, dîtin.

Hêzan di wan tonelan de 2 çeteyên ji şaneyên DAIŞˊê xwe veşartibûn, dîtin, ew girtin û amûrên li gel wan girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn vê êvarê mayînek li qada yek ji konên li beşa Muhecîratê dît.

Hemwextî xebat û operasyonên lêgerînê Rêveberiya Kampa Holê qeydkirina datayên takakesî yên têkildarî jinên malbatên çeteyên DAIŞˊê dewam dike.

Mayînên hatin dîtin 4 in, her wiha xendekên veşartinê jî hatin dîtin, li kêlek wê jî 21 çeteyên tevkariyê bi şaneyên DAIŞˊê re dikin jî hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji sedî 80ˊê ji beşa Muhacîratê xebata lêgerînê bi dawî kir.

(fr)

ANHA