Hêzên Ewlekariya Hundirîn hûrgilî û windabûna zarokekî li Qamişloyê aşkera kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hûrgiliyên windabûna zarokê bi navê Olyar Yasir Ekêl de ku termê wî di bîrekê li Qamişloyê de hate dîtin, aşkera kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn hûrgilî û windabûna zarokekî li Qamişloyê aşkera kirin
28 ÇILE, 2024   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê hûrgiliyên windabûna zarokê bi navê Olyar Yasir Ekêl de daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

ˊDi 16. 01. 2024ˊan de hêzên me yên dijî tawanan reportek li ser windabûna zarokê bi navê “Olyar Yesir Ekêl” li bajarê Qamişlo wergirtin. Hêzên me dest bi lêgerîn û belavkirina wêneyê zarok kirin û hemû agahiyên der barê rewşa windabûna zarok de kom kirin. Di 24.01.2024ˊan de termê zarok di bîrekê de li kêleka mala malbata wî hat dîtin.

Piştî keşfkirina termê zarok, wergirtina zanyariyan der barê îhtîmala gumana cînayî û lêpirsîna bi gumanbaran re, hêzên dijî tawanan li ser kuştina wî zarokî îtiraf bi dest xistin û piştî bidawîhatina lêpirsînên der barê wan de, ew ji dadgehê re şandin.

Hemû îtirafên kiryaran û rewşa bûyera kuştinê dê piştre bên eşkerekirin."