Balafirên Tirkiyeyê nuqteyek hêzên Şamê bombebaran kir

Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker 3 caran nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Şewarxa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî bombebaran kir.

Balafirên Tirkiyeyê nuqteyek hêzên Şamê bombebaran kir
14 ÇILE, 2024   15:20
ŞEHBA

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker 3 caran nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Şewarxa yê girêdayî navçeya Şera bombebaran kir.

Li gorî agahiyên destpêkê zirarên madî bi nuqteyê bûne.

(fr)