Avahiya zanîngeha Kobanê ya nû hat vekirin

Zanîngeha Kobanê ya kantona Firatê bi merasîmeke heybet û bi beşdariya mêvanan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda xwe ya nû li başûrê Kobanê, vekir.

3 adar, 2024   18:26
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û xwendekarên Kantona Firatê tev li merasîma vekirina navenda nû ya Zanîngeha Kobanê bûn. Her wiha mêvan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li merasîmê bûn.

Xwendekaran bi cil û bergên kurdî di şahiyê de hazir bûn.

Di şahiyê de hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim axivî û got; "Sîstema ku berê em di bin sîwana wan de jiyan, sîstemên dagirker bûn, ew sîstemên ku xwe li ser nijadperestî û netewperestiyê ava kirine. Ew sîstemên ku em ji ziman û çanda me mehrûm kirine. Lê bi saya şehîdên me, îro ev xeyal pêk tê."

Hevserokê Hemahengî ya Zanîngehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mamoste Xelîl Elî wiha got; "Ev avahiya nû ya zanîngeha Kobanê em pir pê kêfxweş in. Em vê avahiya zanîngehê li hemû kesên hazir pîroz dikin."

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê Bekir Ceradê vekirina şaxê ya zanîngehê pîroz kir û got; "Em avakirina zanîngeha Kobanê li Rêber Apo, mamosteyan û şehîdên azadiyê pîroz dikim. Ev gaveke dîrokî ye."

Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Peyman Eloş wiha axivî; "Bi vîna `Jin jiyan azadî` em vekirina zanîngeha Kobanê di van rojên pîroz de, bi boneya 8`ê Adarê (Roja Jinên Kedkar a Cîhanê) li Rêber Apo û şehîdên azadiyê pîroz dikin. Bi saya şehîdên azadiyê yên ku bi hesreta vê rojê bûn, em destkeftiyên wisa girîng bi dest dixin."

Di şahiyê de stran hatin pêşandan û xelat li endezyaran hatin belavkirin.

Di dawiyê de avahiya zanîngehê ji aliyê dayîka şehîd Ocalan (Ebdullah Miho) Şemsê Miho ve hate vekirin.

(sş)

ANHA