Avahiya NYˊyê ya li Silêmaniyê hat hedefgirtin

Li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê avahiya NYˊyê hat hedefgirtin.

Avahiya NYˊyê ya li Silêmaniyê hat hedefgirtin
3 adar, 2026   23:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, li dijî avahiyeke berê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Girê Rîaye yê li Silêmaniyê êrişek pêk hatiye.

Rojnewsˊê diyar kir ku heta niha nehatiye zanîn ku êriş bi mûşekan yan jî bi dronên xwekuj pêk hatiye, nehat zanîn jî kê êriş kiriye û tu daxuyaniyek ji saziyên ewlekariyê ve jî nehatiye dayîn.