Artêşa Tirk 7 gundên Zirganê topbaran dike

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker 7 gundên navçeya Zirganê ya Hesekê ya kantona Cizîrê topbaran dike.

Artêşa Tirk 7 gundên Zirganê topbaran dike
15 ÇILE, 2024   10:59
HESEKÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundên Til El Werd û El Rebîat ên başûrê Zirganê û gundê Mihermele, Dada Ebdal, Bobî, Til Hirmil û Esediyê yên rojava û bakurê rojavayê Zirganê topbaran dikin.

Li gorî nûçegihan zirarên madî bi mal û milkên welatiyan de bûne.

(fr)

 ANHA