Artêşa Îsraîlê li baregehên Hizbullahê û Hemasê da

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li Lubnanê depoyên çekan û baregehên Hizbullah û Hemasê kirine hedef.

Artêşa Îsraîlê li baregehên Hizbullahê û Hemasê da
6 ÇILE, 2026   10:26
NAVNDA NÛÇEYAN

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichai Adraee daxuyaniyek li ser X’ê weşand û got artêşa Îsraîlê li Lubnanê li Lubnanê depoyên çekan û avahiyên sererd û binerd kirine hedef.

Adraee daxuyand ku Hizbullah ev dever ji bo ji nû ve avakirina hêza xwe ya leşkerî û plansaziyan bi kar dianîn.

Berdevk her wiha diyar kir ku artêşê li başûrê Lubnanê jî li cihên çêkirina çekan ên Hemasê xistiye û got: "Ev dever di hundirê herêmên sivîlan de ne. Ev jî dide diyarkirin ku niştecih wekî mertalên zindî tên bikaranîn."

Adraee îdia kir ku ji bo sivîl neyên hedefkirinê artêşê tedbîr girtine. Her wiha got: "Ev rêxistin binpêkirina lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de ye û gefê li ewlehiya Îsraîlê dixwe."

(b)