Lubnan û Venezuela mijarên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî nivîsî ku aramiya navxweyî ya li Lubnanê bi çarenûsa agirbesta li Xezayê û siberoja Hizbullahê ve girêdayî ye. Venezuela jî bûye qada ceribandinê ji bo nêzîkatiyên nû yên DYA’yê ku li ser bingeha destwerdana rasterast û ferzkirina bi zorê ye.

Lubnan û Venezuela mijarên rojnameyên erebî ne
6 ÇILE, 2026   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro li ser nakokiyên li Lubnanê, krîza li Venezuelayê û bandorên wê yên li ser siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nivîsî.

‘HILWEŞANDINA HIZBULLAHÊ BI DOMANA AGIRBESTA XEZAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE’

Rojnameya El Ereb a li Londonê nivîsî ku aramiya Lubnanê bi berdewamiya agirbesta li Xezayê û encamên wê ve girêdayî ye û ev agirbest wek derfeteke rastîn ji bo dewleta Lubnanê nirxand ku serweriya xwe vegerîne û saziyên xwe xurt bike, bi vî rengî bandora leşkerî û siyasî ya Hizbullahê sînordar bike.

Rojnameyê nivîsî ku hilweşîna agirbesta li Xezayê dikare Lubnanê vegerîne rewşa "qada pevçûnên herêmî", ev jî pêvajoya reform û aramiyê têk dibe.

‘MODELA VENEZUELAYÊ ‘RÊGEZA TRUMP’ DIÇESPÎNE’

Rojnameya El Nehan li ser krîza li Venezuelayê piştî girtina serok Nicolas Maduro û veguhastina wî bo New Yorkê ji bo darizandinê, nivîsand.

Rojnameyê ev tevger wek nêzîkatiyeke nû ya DYA`yê ya ji bo siyaseta derve ya li ser bingeha bikaranîna êrişên ji nişka ve ji bo xizmetkirina berjewendiyên stratejîk, nirxand.

Tişta ku Trump bi rê ve dibe petrol û ‘axên dewlemend’ in. Hewldanên wî yên navbeynkariyê ji bo rawestandina "heşt şeran" wekî ku ew dibêje, di nava xwe de aliyekî bazirganî jî hebû, ji kanên Ukraynayê bigire heya kanên Goma yên li Komara Demokratîk a Kongoyê. Heta peymana çekan a 11 milyar dolarî bi Taywanê re.

‘DORA KÊ YE?’

Rojnameya El Xelîc destnîşan kir ku serkeftina Washingtonê li Venezuelayê çavên rêveberiya DYA`yê vekirne ku çembera zext û destwerdanê li welatên din ên Amerîkaya Başûr, bi taybetî Kolombiya û Kubayê, berfireh bike.

Rojnameyê diyar kir ku gefên zêde yên DYA’yê ku heta Gronlandê jî dirêj bûn, qonaxeke nû ya arîşeyê nîşan didin ku rêça wê dikare li gorî hesab û rewşa rêveberiya DYA’yê were destnîşankirin.