Artêşa Îsraîlê kuştina 2 Hemasiyan aşkera kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 berpirsên mezin ên baskê leşkerî yê Hemasê li Lubnanê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê kuştina 2 Hemasiyan aşkera kir
5 cotmeh, 2024   20:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand 2 endamên ji Ketaib El Qesam a baskê leşkerî yê tevgera Hemasʹê di derbeyên li Lubnanê de hatin kuştin.

Artêşê aşkera kir ku baskê rêveber ê tevgera Hemasʹê Mihemed Hisên Elî El Mehmûd û endamê baskê leşkerî yê tevgera Hemasʹê Seîd Elaa Nayif Elî li Lubnanê hatin kuştin.

Ketaib El Qesam diyar kir ku di êrişên asîmanî yên Îsraîlê li dijî Lubnanê de 2 çekdarên wê hatine kuştin.

(fr)