Li Kantona Efrîn û Şehba Maseya Krîzê hat avakirin

Meclisa Kantona Efrîn û Şehba ji bo alîkariya welatiyên ji Lubnanê vedigerin Maseya Krîzê ava kir.

Li Kantona Efrîn û Şehba Maseya Krîzê hat avakirin
5 cotmeh, 2024   20:12
MINBIC

Piştî êrişên Îsraîlê û Hizbullah li başûrê Lubnanê, pêleke mezin a paneberan vedigerin herêma Şehbayê.

Bi wê re, ji bo alîkariya penaber û koçberên ji Lubnanê vedigerin, Meclisa Kantona Efrîn û Şehba lez da avakirina Maseya Krîzê.

Di vê çarçoveyê de endamê hevserokatiya Maseya Krîzê Qaziqlî Mihemed ji ajansa me re got: "Bi sedemên bûyerên li Sûriyeyê welatî neçar man ku berê xwe bidin Lubnanê. Niha jî ji ber şerê li Lubnanê neçar dibin vegerin."

Mihemed wiha domand: "Ev kes xelkê me ne. Ji lew re ji bo pêşwazîkirina tevahî welatiyên vedigerin  û pêşkêşkirina alîkariya guncaw me Maseya Krîzê ava kir."

Mihemed diyar kir ku malbatên vedigerin, bi awayekî demkî li gel xizm û dostên xwe bi cih dibin. Heta niha 114 malbat ji 371 ferdan pêk tê gihaştine herêmê.

Mihemed anî ziman ku komîteyê dest bi firehkirinê li kampên Serdem û Vegerê kir ku konan deynin û malbatên ji Lubnanê vedigerin, bi cih bikin.

Endamên Maseya Krîzê wiha ne:

Endamê Hevserokatiya Şaredariya Kampa Serdemê Qaziqlî Mihemed

Endama Komîteya Jinan a Kampa Serdemê Hesna Hesen

Endamê Komîteya Xebata Civakî Rizgar Mihemed

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundê Til Qerah Mihemed Lolo.

(fr)

ANHA