Artêşa Iraqê êrişî seyareyeke YBŞ’ê kir: 3 birîndar

Artêşa Iraqê li navenda bajarê Şengalê êrişê seyareyeke YBŞ’ê kir, di encamê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn.

Artêşa Iraqê êrişî seyareyeke YBŞ’ê kir: 3 birîndar
19 adar, 2025   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) îşev di derdora saet 11.00’ê şevê de artêşa Iraqê li navenda bajarê Şengalê êrişê tîmek girêdayî YBŞ’ê kiriye û di encamê de alozî rûdaye.

Ragihandina YBŞ’ê ragihand, artêşa Iraqê li taxa Yermûk a Şengalê seyareyeke şervanên wan xistine kemînê û êrişê wan hatiye kirin. Di encama êrişa artêşa Iraqê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûne.

Têkildarî rewşa birîndaran jî hate gotin, rewşa şervanek wan gelekî girane û li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Rewşa awarte li herêmê dewam dike.