Hevserokê berê yê PJAK’ê Hecî Ehmedî jiyana xwe ji dest da

Yek ji damezrîner û hevserokê berê yê PJAK’ê Hecî Ehmedî (84) li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê berê yê PJAK’ê Hecî Ehmedî jiyana xwe ji dest da
19 adar, 2025   08:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Hecî Ehmedî (84) di encama xwînariya mejiyê de li bajarê Koln ê Almanyayê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.

Hecî Ehmedî ê ji Urmiyeyê yek ji kesên ku di sala 2003’an de pêşengî ji avakirina PJAK’ê re kir.

Ehmedî ku zêdetirî 40 sal in li Almanyayê jiyan dike, ji siyasetmedarên naskirî yê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû.

Hecî Ehmedî jiyana xwe ya siyasî ku li Yekîtiya Xwendevanên Kurd ku li Ewropayê hat avakirin da destpêkirin, li Parlamentoya Kurdistanê ya li sirgûnê, Hevserokatiya PJAK’ê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) domand. Hecî Ehmedî bi xebatên xwe tevkariyên mezin li yekîtiya netewî ya Kurd kir.