Artêşa dagirker gundekî Minbicê tobparan kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan êrişî gundekî li bakurê Minbicê kir.

Artêşa dagirker gundekî Minbicê tobparan kir
25 cotmeh, 2023   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê li ser malpera xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şevê din artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Yaşilî, gundê Dendeniyê yê li bakurê Minbicê bi hawanan topbaran kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber topbaranê zirar di milkên welatiyan de çêbûne.

(c)