′Armanca gelên herêmê yek e′

Grevên birçîbûnê yên li kantona Firatê diyar kir ku armanca gelên herêmê yek e û êdî ji tevan ve aşkera ye ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê.

′Armanca gelên herêmê yek e′
′Armanca gelên herêmê yek e′
′Armanca gelên herêmê yek e′
′Armanca gelên herêmê yek e′
′Armanca gelên herêmê yek e′
′Armanca gelên herêmê yek e′
29 kanûn, 2023   12:05
KOBANÊ

Ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ku di 27′ê Mijdarê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê ragihandine, bi sedan xelkê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê 27 û 28′ê Kanûnê çalakiyeke konvedanê li dar xist.

Endamê komîteya lidarxistina çalakiya greva birçîbûnê li bin ′Konê berxwedanê′ Hecî Qol Agasî axivî û wiha got: "Em li vir in ku ji komplogerên komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk anîne re bêjin em şopdarê fikir û felsefeya Rêbertî bin. Em niha di oxira şikandina tecrîd û pêkanîna azadiya Rêbertî ya fîzîkî de tê dikoşin. Çiqas dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê me zêde bikin ew nikarin me ji rêça azadiyê ya Rêbertî nexşe kiriye bi dûr bixe."

Cîhan Derwêş a beşdarî konê bûye got ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan pişta xwe nadin kesî, lê belê pişta xwe didin vîna xwe û gelên herêmê û wiha got: "Gerlê herêmê li Qada Şehîd Egîd e ku gotina xwe bike û dagirkeran ji erdnîgariya Kurdistanê derxe."

Mistefa Elûş ê ku beşdarî çalakiyê bûye êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Armanca gelên herêmê yek e ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

Elûş da zanîn ku êrişa dawîn ên li idjî herêmê ew ku dewleta Tirk a dagirker têkçûyîn û derbeyên ku li Herêmên Parastina yên Medyayê dixwe binixumîne.

Emîne Yasîn jî bang li gelên azadîxwaz kir ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker mezin bikin û wiha got: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya tevahî gelan e. Ji lew re divê her ferdek li qadan be û li dijî komplogeran derkeve ku tecrîdê bişikîne û Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bike."

Li aliyekî din jî Hesen Mûş rola mezin ku girtiyên siyasî li girtîgehên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin silav kir û bang li gelên herêmê kir ku li ser rêça wan bimeşin ku deriyên Îmraliyê bişikînin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikinj.

(fr)

ANHA