AMNESTY: Yasayên dijî tundiyê tenê nivîseke li ser kaxezê ye

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) derbarê rewşa jinan ya li başûrê Kurdistanê raporek belav kir û hate got: “Desthilatdarên başûrê Kurdistanê di warê parastina mafê jinan de binketine, yasayên dijî tundiyê tenê nivîseke li ser kaxezê ye.”

AMNESTY: Yasayên dijî tundiyê tenê nivîseke li ser kaxezê ye
3 tîrmeh 2024   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) raportek derbarê rewşa jinan bi giştî ya li başûrê Kurdistanê de raporek belav kir.

Di raporê de behsa yasaya têkoşîna dijî tundûtujiya malbatê ya herêmê û wiha tê gotin; “Ev yasa tenê reş nivîseke li ser kaxezê û desthilatdar jî di parastina mafê jinan de binketine. Li gorî lêkolînên dawî, li başûrê Kurdistanê jinên ji tundiya malbatê rizgarbûne rubirûyî astengiyan tên. Berpirsên herêmê di dadgehkirina sucdaran de, taybet jî ya bûyerên weke kuştin, destdirêjiya zayendî, lêdan û şewitandinê de bi ser neketiye.”

Di dewama raporê de tê gotin, ispat bûye ku ji bo dadgehkirna sucdar û kesên destdirêjiyê dikin, ti îradeyek siyasî nîne û wiha tê gotin; “Ti piştgiriyek cidî ji bo jinên ku serî li saziyên peywendîdar ên hikumetê dikdn nîne. Ti hêviyek ya jinên ji tundiya malbatê rizgarbûne, nîne. Dema jinên rizgarbuyê di stargehên jinan tên bicih kirin, xwe di rewşek mîna girtîgehê de hîs dikin. Gelek caran jî jiber tedbîrên tund, neçar dimînin ku heman rewşa berê ya tund jiyan bikin.

Raste li başûrê Kurdistanê yasaya têkoşîna dijî tundiya malbatê heye, lê ev yasa li gorî lêkolînên me, tenê nivîsek ya li ser kaxezê ye.

Cezayê hinek sucdaran li gorî tê xwestin nayê dayîn, lewma hinek jin naxwzin biçin dadgehê. Di sala 2023’yan de herî kêm 30 jin di bin navê şerefê de hatine kuştin. Di sala 2022’yan de 44 jin hatine kuştin. Herwiha 15 hezar û 896 giliyên tundiya malbatê hatine qeydkirin.”