Wê li dijî tecrîdê ji çar hêlên Tirkiyeyê ‘Meşa Azadiyê’ bidin destpêkirin

Hevserokê Giştî yê KCD’ê Berdan Ozturk ku beşdarî Konferansa DBP`ê ya li Amedê bûye, ragihand ku ew ê li djiî tecrîdê 18’ê Mijdarê ji çar aliyên Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bidin destpêkirin û got: “Em ê bi vê meşa sekna xwe nîşanî hemû cîhanê bidin.”

Wê li dijî tecrîdê ji çar hêlên Tirkiyeyê ‘Meşa Azadiyê’ bidin destpêkirin
5 mijdar, 2023   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) beriya Kongreya xwe ya Awarte ya 6'emîn ku wê 12'ê Mijdarê li Enqereyê pêk bîne, li navçeya Rêzan a Amedê bi dirûşma 'Bi civaka rêxistinbûyî em jiyana azad ava bikin' konferanseke mezin lidar dixe. Di konferansê de wê belgeya helwestê ya DBP'ê ya li ser dema nû bê eşkerekirin. 

Salona ku konferans lê tê lidarxistink, bi ala partiyê hate xemilandin û pankartên bi nivîsa "Jin jiyanê bi rêxistin dike" û "Em ê bi civaka rêxistinbûyî jiyana azad ava bikin" hatin daliqandin.

Piştî Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Ozturk beşdar silav kir û bi bîr xist ku Peymana Lozanê 100 sal li pey xwe hiştiye û got, li Lozanê Kurd tune hatin hesibandin. Ozturk ragihand ku di vê demê de li hemberî komkujî û êrîşan berxwedan hate kirin.

Ozturk anî ziman ku mejiyê 'Kurd nîne, hebe jî ji bo xizmetê ji Tirkan re bike heye' di vê demê de bi 'Plana têkbirinê' dewam kiriye û ragihand ku hewl tê dayin ku Kurd bê îrade û bê statu bê hiştin. Ozturk diyar kir ku êrîşên li ser cografya Kurdistanê hemû bi vê armancê hatine kirin û got, "We her tişt kirin. Beriya 10 salan gotin 'em ê biqedînin'. Lê belê nekarîn biqedînin. Ev salon vê peyamê dide we. Em jiyaneke bi rûmet dixwazin. Em azadiyê dixwazin. Ne tenê ji bo xwe, em ji bo hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn azadiyê dixwazin. Em îro dibînin ku li Fîlîstînê gel çawa tê qetilkirin. Em zanin bê kî li hemberî sivîlan, jinan û zarokan komkujiyê dikin. Sedema vê jî mejiyê netewe dewlet e. Em destnîşan dikin ku ev yek çareserî nîne."

MEŞA GEMLÎKÊ

Bi domdarî Ozturk bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan da û wiha got: “Abdullah Ocalan her tim bû dengê azadî û aştiyê. Ji sala 1993’yan heta niha gelek hevdîtin kir. Tevahiya raya giştî encamên van hevdîtinan jiyan. Di van hevdîtinan de me dît ku ji bilî netewe dewletê, çareseriyeke din jî heye. Lê belê ji 5’ê nîsana sala 2021’an heta niha tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan didome. Ev tecrîd li dijî demokrasî, pêkvejiyan û azadiyê ye. Lewma em ê di 18’ê Mijdarê de ji çar aliyên Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve ‘Meşa Azadiyê’ bidin destpêkirin. Yên daxwaza aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin divê tev li vê meşê bibin. Ev tecrîd, li dijî demokrasî û azadiyê ye. Heta ku ev tecrîd bidome, dê berxwedana me jî bidome. Heta ku birêz Ocalan azad dibe jî dê têkoşîna me bidome. Em ê bi vê meşa sekna xwe nîşanî hemû cîhanê bidin.”

Ozturk, axaftina xwe bi gotina “Tine rêyek heye, ew jî azadî ye” bi dawî kir.

Konferansa Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a li Amedê bi axaftinan dewam dike.