Ji YRK'ê hişyarî

YRK’ê kesên ku di bin navên nêçîrvanî, geştiyarî û sewalvaniyê li rêzeçiyayên Zagrosê sîxurtiyê dikin, hişyar kirin û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku bi berpirsiyarî tev bigerin.”

Ji YRK'ê hişyarî
5 mijdar 2023   14:09
 NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir Kesên bi hêcetên, nêçîrvanî, geştiyarî û sewalvaniyê li rêze çiyayên Zagrosê digerin hişyar kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin bi berpirsyarane tev bigerin, di van egeran de wê yekîneyên me tişta pêwîst bikin û ji bûyerên bi qewimin em ne berpirsyar in.”

Daxuyaniyî bi vî rengî ye:

“Desthilata Îranê di çarçoveya siyaseta kirêgir û sîxurkirina beşek ji takên lewaz ên civakê, hewl dide temenê desthilata xwe dirêj bike. Ji bo vê bi hêcetên cuda yên weke, nêçîrvanî, geştiyarî, çiyagerî û gelek hêcetin din, li van herêmên ku gerîlayên azad tê de hene, hewl dide cihê gerîlayan eşkere bike û bike hedef.

Em bang li gelê xwe dikin ji bo berjewendiyên kesî ciwaniya xweza û dewlemendiya welatê me nekin qurbanî. Bi vê boneyê em gelê xwe agadar dikin, her curên geran, nêçîrvanî û bihêcetên cûda yên li vê herêmê ku gerîlayên me têde hene, dibe sedema diyarkirina cihên hevalên me û xizmeta dagirkerên welatê me dike. Ji bo vê di dema naskirinê de wê li hemberî van kesan tedbîrên pêwîst werin girtin û ew kes bi xwe ji rewşek ku biqewime, berpirsyar in.

Tîmên me wê li herêmên çiyayê yên Zagrosê, bi taybet li Kebîrko, Manêşt, Perwa, Ajwan, Dalahu, Şaho, Kosalan, Qeleberd, Şaneşîn, herêma Çilçeme, çiyayên Mukiryan heya Dalanper û heya zozanên Ewrîn û hinek herêmên din, di dema nêçîrvanî, dar birîn û têkdana jîngehê de tişta pêwîst bikin. Ji bo vê em bang li gelê xwe yê nîştimanperwer dikin bi berpirsyarî tev bigerin.”