Rêxistina Sara bernameya çalakiyên 25′ Mijdarê aşkera kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan bernameya çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê aşkera kir.

Rêxistina Sara bernameya çalakiyên 25′ Mijdarê aşkera kir
5 mijdar, 2023   13:21
QAMIŞLO

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Cîhanê aşkera kir. 

Daxuyanî li ber avahiya rêxistinê ya li taxa Hilko ya bajarê Qamişloyê bi amadebûna nûnerên Kongra Star, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Jinan a Herêma Firatê, nûnerên saziyên civaka sivîl û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk hate xwendin.

Rêvebera Rêxistina Sara Nesriya Mehmûd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, ruxmî ku jin di hemû qadan de têkoşîna bidestxistisna azadî û mafên xwe dikin û ruxmî qanûnên taybet ji bo jinan hatine derxistin, lê tundiya li ser jinan dewam dike û jin têne qetilkirin û ji mafên xwe bê par têne hiştin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji bo avakirina civakek demokrat a bê tundî divê têkoşîn were xurtkirin, dozên jinan werin şopandin û qanûn werin pêkanîn.

Rêxistina Sara diyar kir ku bi boneya 25′ê Mijdarê dê li Heleb, Şehba, Sirîn, Eyn Îsa, Hesekê, kampên Waşûkanî, Serêkaniyê û Newroz bi dirûşma "Şeref ne bi bedena jinan e, şeref bi azadiya civak û xakê ye′′, çalakî werin lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên ku dê werin lidarxistin wiha ne;  dê belavokên werin belavkirin, dirûşm li ser textan werin nivîsandin, bi boneya 25′ê Mijdarê dê nêrîn werin girtin, bi koordîneya Meclisa Jinan a Olî re panel werin lidarxistin, dê semîner li navçe û dibistanan werin dayîn, ji bo parvekirina çîrokên jinên serkeftî dê civîn werin lidarxistin û senevîzyon werin pêşandan, dê serdana gundê Jinwar were kirin, meşên êvarî dê werin lidarxistin û dê şanoyek bi hevkariya Hîlala Zêrîn re were pêşandan.

(bb)

ANHA