Li Siûdiye lûtkeya erebî- îslamî ya hevbeş

Bi beşdariya El Esed û Erdogan, îro li paytexta Siûdiye Riyadê, lûtkeya erebî- îslamî ya hevbeş li dikeve.

Li Siûdiye lûtkeya erebî- îslamî ya hevbeş
11 mijdar, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Siûdiye Riyadê bi armanca nîqaşkirina geşedanên li Xezayê lûtkeya erebî-îslamî ya hevbeş li dar dikeve. Dihat payîn ku li Siûdiye 2 lûtkeyên ne asayî; Lûtkeya Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî û Lûtkeya Komkara Erebî bihatibana li darxistin.

Wezareta Karên Derve ya Siûdiye di daxuyaniyeke xwe de bi bîr xist ku “ji bo bersivandina şert û mercên îstîsna yên li Xezayê”, lûtkeya erebî - îslamî ya hevbeş û ne asayî li dar dikeve.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku piştî şêwiriya Siûdiye bi Komkara Erebî û Rêxistina Hevkariyê ya Îslamî re, ev biryar girtiye.

Wê serokê Îranê Îbrahîm Raîsî tev li lûtkeya Riyadê bibe. Her wiha li gor ajanseke hikumeta Şamê El Esed duh êvarê gihaştiye Riyadê.

Daîreya peywendiya ya serokatiya dewleta Tirk a dagirker ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan dê îro berê xwe bide Riyadê ji bo ku tev li lûtkeya îslamî ya îstîsna bibe.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Siûdiye ragihand ku serokê Desthilata Filistînê Mehmûd Ebas li Riyadê ye.

Li gor sekreterê giştî ya Komkara Erebî Husam Zekî, Komkara Erebî armanc dike ku hewldanên dewletên ereb li qada navneteweyî xuya bike ku ew piştgiriya Filistîn û gelê wê dikin, dixwazin êriş raweste, dagirkeriya Îsraîlê şermezar bikin û ji ber sûcên wê, hesabê jê were pirsîn.

(şx)