80 girtiyên di girtîheke Tirkiyeyê de sewqî nexweşxaneyê hatine kirin

Midûrê Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê der barê girtiyan de agahî da parêzeran û anî ziman ku 80 girtiyên ji ber şewbeyê nexweş ketine, sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.

80 girtiyên di girtîheke Tirkiyeyê de sewqî nexweşxaneyê hatine kirin
27 tîrmeh, 2024   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê Siyasî Lokman Bozan ê di Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê de tê ragirtin, duh bi telefonê li malbata xwe geriya û diyar kiribû ku ew bi xwe û hin hevalên wî ji ber xwarina ku xwarine jehrî bûne. 

MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ: JI ŞEWBÊ NEXWEŞ BÛN

Bi ser parvekirinên Bozan, parêzeran bi îdareya girtîgehê re pê telefonê axaftin. Midûrê girtîgehê diyar kir ku girtî ne ji ber xwarina girtîgehê lê ji ber şewbê nexweş ketine. Herwiha midûr diyar kir ku di tevahiya Bolûyê de şewbeyek heye, tevî gardiyan û memûran 70-80 kes bi aciziyên rabûna made, vereşandin û virikê sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Midûr anî ziman ku di nava kesên ji nexweşxaneyê re hatine sewqkirin de tu girtiyên nexweş ên giran nîn in.”

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û parêzerên MED TUHAD FED’ê destnîşan kirin ku ew ê ji bo rewşa girtiyan hîn bibin dê biçin girtîgehê.