8 hezar û 500 paketên alîkariyê û 350 ton ard gihîştin perava Sûriyeyê

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 6 hezar paketên xwarinê, 2 hezar û 500 paketên madeyên paqijiyê û 350 ton ard şandin perava Sûriyeyê re, ku bi çavdêriya Heyva Sor a Kurd li mexdûrên Ceblê, Laziqiyê û Banyasê werin belavkirin.

19 adar, 2025   17:56
LAZIQIYÊ

Bi însiyatîfeke gelêrî karwaneke alîkariyan ji bajarên Qamişlo, Hesekê û Reqayê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ber bi Laziqiyê ve bi rê ket.

Karwan êvara duh piştî nêzî hezar kîlometre gihîşt perava Sûriyeyê. Ev însiyatîf ya yekemîn e ku Heyva Sor a Kurd, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û komeleyên xwecihî bi rêxistin dikin. Armanc jî xwedîderketina li şêniyên peravê ye, ku di navbera 7 û 10'ê Adarê de rastî bûyer û sûcên biêş hatin.

Alîkarî li embargeha Şemaat a bajarokê Rasel El Eyn ê gundewarê bajarê Ceblê hatin danîn. Ew embargeh a taybat bi depokirina fêkî û sebzeyan e.

Ji bo bicihkirina alîkariyan koma El Yed El Wahide (Yek Dest) ku ji ciwanên herêmên zirardîtî pêk tê, çavdêriyê dike. Wê komê kamyon vala kirin û alîkarî ferz (vesaz) kirin

Alîakrî ji 6 hezar paketên xwarinê, nêzî 2 hezar û 500 paketên madeyên paqijiyê û 350 ton ard pêk tên û ew ê bi çavdêriya Heyva Sor a Kurd û rêxistina Mar Yaqûb û hin însiyatîfên xwecihî li bajarê Ceble, Laziqiyê û Banyasê werin belavkirin.

Berdevka Nivîsgeha Jinan a Heyva Sor a Kurd Şêrîn Xelîl da zanîn ku karwan bi aramî û ewlehî, bê pirsgirêk gihîşt peravê û îdiayên li ser medyaya civakî ku beşek ji alîkariyan hatiye dizîn derewandin.

Şêrîn Xelîl diyar kir ku desthilata Şamê bi ewlebûna derbasbûna karwanê rabû û tenê daxwaza wê rakirina logoya Heyva Sor a Kurd bû, ku li şûna wê tenê "Karwanê însiyatîfa gelêrî ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" were danîn.

Şêrîn Xelîl destnîşan kir ku ji 14 salan ve ev însiyatîfa yekemîn e û xwedî girîngiyeke pir mezin e û got: "Bûyerên qewimîne pir biêş bûn, lê bûn sedema naskirina şêniyên peravê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em hatin ji bo ku em alîkariyê bidin mexdûrên wan bûyeran."

Xwebexşên herdu aliyan da zanîn ku armanca sereke ya vê însiyatîfê xurtkirina hezkirinê di nav hemû pêkhateyan de û teqezkirina wê yekê ye ku hevgirtina di dema krîzan de rêya tekane ya derbaskirina zehmetiyan e.

(mh/fr)