Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîdên komkujiyê

Şêniyên Kantona Firatê sersaxê ji malbata 10 şehîdên komkujiya Berxbotanê re xwest.

Xelkê Firatê sersaxî da malbata şehîdên komkujiyê
19 adar, 2025   17:32
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Adarê de bi balafireke bêmirov li dijî malbateke li gundê Berxbotan ê Kobanê komkujiyek pêk anî, di encamê de 10 kes ji heman malbatê ku piranî zarok in, şehîd bûn û yek jî birîndar bû.

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata 10 şehîdên komkujiya gundê Berxbotanên re xwest.

Konê sersaxiyê li gundê Girik ê li başûrê Kobanê hate vedan.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got: "Em bejna xwe li hember giyanê şehîdan ditewînin."

Bozî diyar kir ku di destpêka dîrokê de heta niha gelê Kurd di qirkirinê re derbas dibe û wiha got: "Dagirker û dijminê gelê Kurd, Kurdan di komkujî û qirkirinê re derbas dikin. Dewleta Tirk her tim li ser gelê me komkijiyan pêk tîne, lê tu carî vîna gelê me li hember êriş û komkujiyên ku dagirkerî li dijî gel pêk tîne, lewaz nabe, berovajî xurttir dibe û gel li hemberê bi hêrs dibe."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(sş/fr)

ANHA