4’ê Nîsanê li gelek deveran hat pîrozkirin

Li Heleb û kantona Cizîrê bi boneya 4’ê Nîsanê pîrozbahî hatin lidarxistin û dar hatin çandin. Di çalakiyan de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan peyama xurtkirina têkoşînê hate dayîn.

4 nîsan, 2024   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cuda yên kantona Cizîrê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Bi pêşengiya jinan bi sedan kes, di nav de nûnerên Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, erebî, suryanî, asûrî, şervan û fermandarên QSD, YPJ û YPG’ê beşdarî pîrozbahiyan bûn. Qadên pîrozbahiyan bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî", "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e", “Bê serok jiyan nabe", "4’ê Nîsanê mîlada gelan e" û "4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz be" hatin xemilandin.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîr bi beşdariya bi sedan şêniyên Til Temir û Zirganê şahiyek hat lidarxistin.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Ehmed axivî. Ehmed bal kişand ser pêvajoyên têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û pergala îşkeceyê ya li Îmraliyê û anî ziman ku dê têkoşînê berdewam bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Li aliyekî din, 200 darên mişmiş, zeytûn û merx li Partka Şehîd Sosin a li navenda navçeya Til Temirê hatin çandin.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê jî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de endama Kongra Star Raziya Îbrahîm axivî û 4’ê Nîsanê li beşdaran û tevahî jinên cîhanê pîroz kir û girîngiya vê rojê bi van gotinan nirxandin "4’ê Nîsanê roja hilatina tîrêjin azadiya li tevahî gelên cîhanê ye". Raziya bang li civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku ji bo azadiya fîzkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

ŞEDADÊ

Di pîrozbahiya li navçeya Şedadê de rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Îman El Ferec axivî û anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkan re çareserî ye.

Rêvebera Kongra Star a Şedadê Emîra Seed diyar kir ku ku serkeftinên ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine berhemên ramanên Rêber Abdullah Ocalan e.

Bi heman armancê endamên Kongra Star a Şedadê 35 dar li Parka Kongra Star a li navenda navçeyê çandin.

HOL

Li navçeya Holê jî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de endamê Meclisa PYD’ê Elî El Ehmed axivî. El Ehmed siyasetên desthilata Tirk ên li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga xurtkirina têkoşînê kir.

Piştre stran, helbest û goven ji aliyê komên hunerî ve hatin pêşkêşkirin. Di dawiyê de beşdaran govend gerand.

TIL BIRAK

Bi wesîleya 4’ê Nîsanê, şêniyên navçeya Til Birakê bi beşdariya şervanên QSD û endamên saziyên sivîl 100 dar li Partka Şehîd Salih El Iwêd çandin. Çalakiya çandina daran ji aliyê Kongra Star ve hat lidarxistin.

TIRBESPIYÊ

Li navçeya Tirbespiyê jî 150 dar li Pakrewangeha Şehîd Dilşêr a li gundê Dugur û Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin çandin.

ÇILAXA

Endamên Kongra Star û saziyên civaka sivîl ên navçeya Çilaxa 100 dar çandin. Dar li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxa Resafa û avahiya Kongra Star hatin çandin.

DÊRIK

Di heman wesîleyê bi beşdariya şêniyên bajarê Dêrikê, endamên saziyên sivîl û Kongra Star Baxçeyê Serok Apo li gundê Bana Qesrê yê Dêrikê hat vekirin.

Piştî deriyê baxçe ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin, 100 dar li baxçe hatin çandin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê û berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

TIL HEMÎS

Li navçeya Til Hemîsê 200 şitilên daran li deverên giştî yên navçeyê hatin çandin.

HELEB

Şêniyên bajarê Helebê bi beşdariya şêniyan û endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî 300 darên zeytûnan, behîv, mişmiş û xox li qada Newrozê ya li herêma Şiqêf a bakurê taxa Şêxmeqsûdê hatin çandin.

Piştî çandina daran govend hat gerandin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA