Çeteyan îşkence li welatiyekî kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî îşkence li welatiyekî kir.

Çeteyan îşkence li welatiyekî kir
4 nîsan, 2024   14:43
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, çeteyên Cebhe El Şamiye yên dewleta Tirk a dagirker, îşkence li welatiyê bi navê Enwer El Hecwan kir.

Çavkaniyan diyar kir ku Enwer El Hecwan ku dermansaz e, dema xwest di deriyê sînor ê Girê Spî re derbasî Tirkiyeyê bibe, çeteyan lê daye.

Beriya 15 rojan jî çeteyên "Polîsên Leşkerî" li Girê Spî li bijîşkekî zarokan xistibû. Şêniyên Girê Spî li hemberî pêkanîna çeteyan bertek nîşan dan û xwepêşandan li dar xistibû.

(bb)

ANHA