45 welatiyên ji Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn

45 welatiyên ji kantona Dêrazorê piştî dewreya perwerdê bi dawî kir, tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.

45 welatiyên ji Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
45 welatiyên ji Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
45 welatiyên ji Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
45 welatiyên ji Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
45 welatiyên ji Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
45 welatiyên ji Dêrazorê tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
29 kanûn, 2025   16:24
DÊRAZORÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê dewreyek nû bi navê Şehîd Ebid Ehmed Îbrahîm El Hemade li Akademiya Şehîd Hanî El Hesen a herêma Meamil, bi beşdariya 45 welatiyên kantonê, vekir.

Di merasîma derçûnê de nûnerên ji Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê, fermandar û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên eşîran û malbatên şehîdan amade bûn.

Merasîmê bi tûranek leşkerê ji hêla derçûyan ve dest pê kir. Dûre rêveberiya Akademiya diyar kir ku 45 kes di 45 rojan de dewreya xwe bi dawî kir.

Stajyeran di dewreyê de waneyên fikrî û siyasî yên li ser xwepêşxistinê, nirxên civaka demokratîk, felsefeya xwişk û biratiyê ya li ser bingeha vîzyona Rêber Abdullah Ocalan dîtin.

Li kêlek wê jî stajyeran perwerdeyên leşkerî yên li ser hunerên şer, çawaniya bikaranîna çekên pêşketî, avêtin, girtin û vekirina çekan dîtin.

Di merasîmê de hevserokê Desteya Hundirîn a kantona Dêrazorê Mehmûd Îsmaîl bidawîkirina dewreyê li derçûyan pîroz kir.

Di dawiyê de derçûyan sonda leşkerî xwar û diruşma şehîd namirin berz kirin û soza berdewamkirina têkoşînê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê da.

(fr)

ANHA