Komîseriya Hilbijartinan ji lijneyan re mekanîzmaya hilbijartinan şîrove kir

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ji bo şîrovekirina mekanîzma û birêxistinkirina hilbijartinan, bi lijneyên hilbijartinan re civiya.

Komîseriya Hilbijartinan ji lijneyan re mekanîzmaya hilbijartinan şîrove kir
Komîseriya Hilbijartinan ji lijneyan re mekanîzmaya hilbijartinan şîrove kir
Komîseriya Hilbijartinan ji lijneyan re mekanîzmaya hilbijartinan şîrove kir
Komîseriya Hilbijartinan ji lijneyan re mekanîzmaya hilbijartinan şîrove kir
Komîseriya Hilbijartinan ji lijneyan re mekanîzmaya hilbijartinan şîrove kir
10 gulan 2024   15:19
QAMIŞLO

Hilbijartinên şaredariyan dê 30`yê Gulanê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar bikevin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, ji bo şîrovekirina mekanîzma û birêxistinkirina hilbijartinan bi lijneya kantona Cizîrê re civiya. 

Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin.

Di civînê de endamê komîseriyê Ebdurehman Ehmed El Hadî mekanzîmaya hilbijartin, şert û mercên qebûlkirina nemzatan û hilbijêran şîrove kirin.

Her wiha bang li endamên lijneyan kir ku li gorî şert û mercên hilbijartinan, daxwaznameyên namzetiyê qebûl bikin û got: “Her şêniyek li herêmê ku 18 salî temam kiriye û ne astengdar e dikare dengê xwe bide.”

El Hadî diyar kir ku partiyên ku dixwazin tev li hilbijartinan bibin, divê lîsteya namzetên xwe tevî kurtejiyana wan di zerfeke mohrkirî de ku navê namzetan li ser e, ji komîseriyê re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA