2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir

Bi durişma ′Ji bo peyva ku hîn nehatiye gotin, em li vir in′ 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê ya vedora helbestvanê nemir Feqîr Ehmed dest pê kir.

2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê dest pê kir
12 mijdar, 2023   18:41
KOBANÊ

Çalakiyên 2.Festîvala Kobaniyê ya Wêjeyê ji hêla Weşanxaneya Ava li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê bi sponseriya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatin lidarxistin. 

Destpêk hevserokê herêma Cizîrê Ziyad Elî axivî û got ev festîval ji tevahî kesên şerê çandê dikin re peyam e ku xelkê herêmê ruxmî şerê hovane ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser herêmê pêk tê, dikarin rabin ser pêyan.

Ziyad Elî bang li rewşenbîrên herêmê kir ku li dijî şerê çandê gotin û pênûsên xwe bikin yek.

Dûre hunermend Silava Bozo stran ji gotinên helbestvanê nemir Feqîr Ehmed gotin. Her wiha piştre bi sernavê ′Pencereyan li çandinê din vekin′  semînerek li ser rola wêje û rexneyê di avakirina civakan de hate dayîn.

Çalakiyên festîvalê heta 3 rojan dewam dikin û 14′ê vê mehê de bi dawî dibe. Di festîvalê de panel û semîner tên dayîn, şevbuhêrkên helbestê bi zimanên Kurdî û Erebî, pêşbirkên wêjeyî bi Kurdî û Erebî tên lidarxistin.

Di vedora duyemîn a festîvalê de ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê gelek caran hate derengxistin, 8 weşanxane û nivîsgehên weşanxaneyên beşdar in; Weşanxaneya Neqiş, Ava, Ramîna, nivîsgeha Bendarok, Şilêr, Zeman, nivîsgeha Manîsa û nivîsgeha Rona.

Rêveberiya festîvalê her sal helbestvanek kurd hildibêjre ku festîvala bi navê wî/wê be. Îsal jî bi navê helbestvan Feqîr Ehmed bû ku di 1942′yan de li gundê Mezênter ê Pirsosê ya Bakurê Kurdistanê hate dinê. Di 1990′î de yekemîn dîwana wî ya helbestê derket. Di 1994 û 1998′an de 2 dîwanên din Reş-2 û Reş-3 hatin weşandin. Her wiha gelek çîrokên wî heneb; Împratoriya Med, Azepê Kose, Siloyê Zindê, Berkelê Egîd, Rûvî û Şêr û Derwêşê Evdî.

(fr)

ANHA