Li Kobanê civîna malbatên şehîdan

Meclisa Malbatên  Şehîdan a Kobanê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de civîneke ji malbatên şehîdan re li dar xist.

Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
Li Kobanê civîna malbatên şehîdan
12 mijdar, 2023   18:19
KOBANÊ

Civîn li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi beşdarbûna  xwişk û birayên şehîdan hat li darxistin.

Di civînê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Eyşe Efendî axivî, banga xwedîderketina li nirxên şehîdan kir û got: "Em çiqasî bixebitin, dijmin jî dixebitin û hewl dide bi rêya şerê taybet nirx û zarokên şehîdan hedef digire.  Ji bo em nirxên şehîdên xwe biparêzin divê em bi hev re têkoşînê xurt bikin."

Xwîşk û birayên şehîdan jî gotin, dê têkoşînê berdewam bikin, tola şehîdên hilînin, bi xurtî tev li pêngava "Ji Rêber Ap re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bibin û li hemberî  şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî girîngiya xurtkirina têkoşînê li hemberî pergalên serdest hat pêşandan.

Civîn bi silogana”Şehîd Namrin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

(sş)

ANHA