Ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana qenalên Kurdî sekinî

Hate ragihandin, ku ji ber pirsgirêkên teknîkî weşanên li ser peykê yên qenalên Stêrk TV, Çira TV, Ronahî TV, Med Muzîk û Jin TV rawestiyan.

Ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana qenalên Kurdî sekinî
13 ÇILE, 2025   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan ji ber pirsgirêkên teknîkî weşanên li ser peykê yên qenalên Stêrk TV, Çira TV, Ronahî TV, Med Muzîk û Jin TV  2 seatan rawestiyan.

Hate ragihandin ku piştî pirsgirêkên teknîkî çareser bûn wê weşanên peykê ji nû ve dewam bike.

Qenalên navborî li ser platformên medya dîjîtal dikarin bêne temaşekirin.