Yekitiya Jinên Ciwan dest bi rêzecivînên xwe kir

Di çarçoveya rêzecivînên Yekitiya Jinên Ciwan ên beriya kongreyê de, yekitiyê yekemîn civîna xwe li kantona Reqayê li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan dest bi rêzecivînên xwe kir
Yekitiya Jinên Ciwan dest bi rêzecivînên xwe kir
Yekitiya Jinên Ciwan dest bi rêzecivînên xwe kir
Yekitiya Jinên Ciwan dest bi rêzecivînên xwe kir
Yekitiya Jinên Ciwan dest bi rêzecivînên xwe kir
14 gulan, 2024   17:30
REQA

Di çarçoveya rêzecivînên Yekitiya Jinên Ciwan ên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên beriya lidarxistina kongreyê de, yekitiyê yekemîn civîna xwe li kantona Reqayê li dar xist. Di civînê de bi dehan jinên ciwan û endamên yekitiyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê beşdar bûn.

Civîn li hola Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya yarîgeha Reqayê li dar ket.

Di serî de rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Yûsif diyar kir ku yekitiyê ji îro de dest bi lidarxistina rêzecivînan kir. Ew rêzecivîn ji bo amadekariya lidarxistina kongreya 5'emîn a li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Jînda Yûsif diyar kir ku ev civîn ji bo girtina nêrîn û pêşniyariyên jinan beriya lidarxistina kongreyê hat lidarxistin.

Her wiha Jînda bal kişand ser rola jinên ciwan di gihandin û rêxistinkirina civakê.

Li dawiyê beşdaran nêrîn û pêşniyariyên xwe parve kirin.

(mh)

ANHA