1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû

1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya bi dirûşma “Şoreşa jinan bi hunerê dixemile” li dar ketiye, îro li Kobanê bi pêşandana 47 tabloyan bi dawî bû.

1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû
1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû
1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû
1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû
1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû
1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû
1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû
1`emîn Pêşangeha Şêwekariyê ya Herêma Firatê li Kobanê bi dawî bû
4 mijdar, 2023   17:11
KOBANÊ

Piştî li Reqa, Tebqa û Minbicê li dar ketibû, îro 1`yemîn Pêşangeha Şêwekariyê ya herêma Firalê li hola Firat a li Kobanê li dar ket. 

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê kar û xebatê rabûye.

Di pêşangehê de, endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê Fatme Xelîl axivî û lidarxistina pêşangehê diyarî Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan kir.

Her wiha Fatme got: “Ev pêşangeh, peyama jinan ji bo xwediyên zihniyeta baviksalarî ye ku jin dikare her tiştî bike. Jinan bi rêya firçe û hunera xwe, gotin em hene.”

Piştî wê Koma Barîn a Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Firatê stran got. Dûre hevseroka Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Serfiraz Şerîf axivî û rola mîna van pêşangeh û çalakiyên hunerî di pêşxistina şêwekariyê de û rola hunermendan silav kir.

Serfiraz wiha domand: “Jinan li herêmê îsbat kirin ku çîroka têkoşîn û berxwedana li herêmê nayê şikandin.  Lidarxistina mîna van çalakiyan ji aliyê jinan ve, li ser karîn û serkeftina vîna wê îsbat e.”

Di pêşangehê de 26 hunermandan ji seranserî herêma Firatê 47 tablo pêşandan. Ji wan 7 ji Reqayê, 3 ji Tebqa, 1 ji Minbicê û 10 ji Kobanê ne.

Pêşang dê êvarê saet di 6:00`an de bi dawî bibe lê li gor plansaziyê wê li herêma Cizîrê bê lidarxistin. Lê heta niha dema wê nehatiye diyarkirin.

(şx)

ANHA