Li herêmeke Dêrazorê firneyek hat vekirin

Di çarçoveya bicihanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê û Îstiqrarê ku li Dêrazorê li dar ketibû de, Komîteya Aboriya Civakî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê firneyek li herêma Seba Kîlo vekir.

Li herêmeke Dêrazorê firneyek hat vekirin
4 mijdar, 2023   17:43
DÊRAZOR

Komîteya Aboriya Civakî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, li herêma Seba Kîlo  (7 Kîlo) firneyeke din vekir. Di çalakiya vekirinê de nûnerên komîteytê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Rêveber û karmendên firneyê hebûn.

Li gorî Komîteya Aboriya Civakî, hêza xebitîna rojane ya firneyê 3 ton û 150 kîlogram û hilberîna mezin jî 10 ton e.

Firne di çarçoveya bicihanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê û Îstiqrarê li herêmê ku li Dêrazorê meha borî û ji bo pêkanîna daxwazên şêniyan, li dar ketiye de, hate vekirin.

Beriya wê jî û di heman çarçoveyê de, firneyek li herêma Dehla ya Dêrazorê, firneyek li herêma Sewr a bakurê Dêrazorê, firneyek li herêma Hisan a rojavayê bajêr û firneya koperatîfê ya li herêma 7 Kîlo hatibûn vekirin.

(şx)

ANHA