Biden li Îsraîlê ye

Hemwextî şerê navbera Îsraîl û Hemasê, serokê Amerîkayê Joe Biden gihîşt Îsraîlê.

Biden li Îsraîlê ye
18 cotmeh, 2023   09:06

Şerê Hemas û Îsraîlê di roja 12`dmîn de dewam dike. Serokê Amerîkayê Joe Biden îro gihîşt Îsraîlê. Biden bi vê serdanê piştgiriya welatê xwe bo Îsraîlê nîşan dide.

Biden li balafirgeha Til Tbîbê ji aliyê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve hat pêşwazîkirin.

Dihat payîn ku Biden serdana Urdinê jî bike û tevlî lûkteya serokên Misir-Urdin-Filistînê bibe, lê piştî êrişa dijî nexweşxaneya Xezayê serdan hat talqokirin.

Serdana Biden bo Îsraîlê piştî serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û ya wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin a bo Îsraîlê, pêk tê.

(c)