Rojên şînê wê tenê saziyên xizmeta mecbûrî vekirî bin

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ji bilî saziyên xizmeta mecbûrî, hemû saziyên fermî wê di 3 rojên şînê de girtî bin.

Rojên şînê wê tenê saziyên xizmeta mecbûrî vekirî bin
9 cotmeh, 2023   14:56

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrîşên şevê din ên dewleta Tirk a dagiker de 29 endamên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê şehîd bûne û 3 roj şîn îlan kir.

Di çarçoveya şînê de wê li tevahiya herêmê ji bilî saziyên xizmeta mecbûrî (Şaredarî, tenduristî, sotemenî, komîteyên rewşên awarte yên meclîsan) hemû saziyên din girtî bimînin.

Çav li rê ye ku nasnameyên 29 şehîdan werin eşkerekirin.

(a)